AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê destek daye OPEC`ê jibo ku li bazara niftê hevsengî pêkwere

Alîakrê wezîrê niftê yê Îranê li karên navnetewan, ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê jibo alîkariya bo welatên endamê OPEC`ê jibo pêkanîna hevsengiyê li bazara cîhanî amade ye.

 Emîr Huseyn Zemanîniya alîkarê wezîrê niftê yê Îranê roja duşemiyê li gotûbêja bi IRNAyê re got:Îran amadeyî alîkariya bo OPECê jibo pêkanîna  hevsengiyê li bazara cîhanî ya niftê û gihêştina wê jibo buhaya  li ehr bermîlê 55 heya 6 dularan e.

Alîakrê wezîrê niftê yê Îranê li bara  rewşa bazara cîhanî ya niftê û prespektîva  cihanîna  plnana rawestandina  berhemanîna niftê got: Îran  amadeyî handan û hevrêtiya  tev OPECê jibo rawestandian berhemanîna niftê ye.

Zemanîniya li bara hevrêtiya  berhemhêneyên din ên ku endamê OPECê nînin tev plana rawestandina  berhemanîna niftê jî hêvî kir: Biryara ku li civîna  Cezayirê hat dayînê li muijdarê cih were û hevsengiya ku yên berhemhêner û bikarhênerên niftê dixwezin pêk were.

Endamên OPECê li civîna 28 Îlonê ya vê rêxistinê li Cezayirê jibo cara yekê ji sala 2008an li warê kêmbûna  berhemanînê li hev kirin.

Li vê civînê armanca berhemanîna 32 milyon û 500 hezar bermîl  hat pesendkirin û xala giring li vê civînê miafbûna Îran û du welatên din ên endamê OPEC`ê ji proja rawestandina  berhemanîna niftê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu