Îranê di heman demê de 3 satelaytan bi serkeftî avêtin fezayê
Bi helkefta 45emîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî, sê peykên navxwe yên Îranê bi mûşeka “Simorg”ê bo fezayê hatin şandin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNAyê, li helkefta 45
emîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî, sê peykên navxwe yên Îranê bo cara yekem hevdem digel mûşeka “Simorg” a ku ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve hatiye çêkirin, bo fezayê hatin şandin.
Satelayta “Mahda” û nanosatelît bi awayekî serketî ketin orbitê.
Armanca peyka bi navê “Mehda” ku ji aliyê Ajansa Fezayê ya Îranê ve hatiye çêkirin, ceribandina rastbûna şiyana rokêta “Simorg” e ku çend barhilgiran bigihîne fezayê.
Du nanosatelîtên din ji bo ceribandina teknolojiyên ragihandinê û jeolocation band teng hatine sêwirandin.
Roketa “Simûrg” a ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Îranê ve hatiye çêkirin, di 7emîn avêtina xwe de serkeftineke berçav bi dest xist.