ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Serokekî tevgera Başûra Yemenê aşkera kir, Erebistana Siûdî hewl dide bi hezaran terorîstî veguheze başûra Yemenê

Li gorî rapora Kanala televîzyonî ya libnanî ya El Meyadînê, Mihemed El Neimanî, yek ji serokên Tevgera Başûra Yemenê, îro got: Hewl û vîna Erebistanê eva ye ku bi hezaran terorîstî ji meydanên şerrê li Sûriye û Iraqê veguheze parêzgehên başûrî yên yemenê û bi pêkanîna kempên perwerdehiyê jibo van şervanan, wan dijî Berxwedana Başûra Yemenê bi kar bîne.

El Neimanî herwiha got: Erebistan û Mîrekên yekgirtî yên Erebî, li ser desrbelêxistina li Tevgera başûra yemenê, li hev kirine.

Eva li halekê ye ku Rejîma Siûdî ji ber pirsgirêkên zav ên pereyî û kêmbûna dirav, firotina binavahiyên girîng ên dewletî û dayîna serpişkiyên zav ên bi armanca gihîştina bi pere û pêşîlêgirtina ji nerizamendiyên gelanî dest pê kiriye.

Erebistan bi piştgiriya Amerîka û Ingilistanê, ji meha Adara 2015`an ve, êrişên xwe yên ser xelkê Yemenê dest pê kirine. Ev êrişa êeşkerî heya niha bûye sedema vê yekê ku bi hezaran kes werin kuştin û bi mîlyonan kes jî aware bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu