ÎranNûçeRojhilatanavin

General Baqirî: Dê pêşîya her gefa dijî welatîyên Îranê bê girtin

Serokê erkantîya hêzên çekdar a Îranê pêgirî kir: Hêzên ewlehî û asayişa Îranê rê nadin ajawegêr û binpêkirên qanûnê bûyerên wek tişta ku li Kolana Pasdaran a Têhranê qewimî, dubare bikin û dê bi awayekî teqil li hemberî gefa dijî welatîyan bisekinin.

Di encama opêrasyona hêzên ewlehî û asayişê ku duşemê şevê (19`ê Sibatê) li Têhranê hat lidarxistinê de, 3 hêzên ewlehîyê û 2 Besîcî hatin şehîdkirinê. Di encama vê opêrasyonê de herwiha nêzî 30 hêzên ewelhîyê û hejmarek ajawegêr birîndar bûn.

Di encama kiryarên hovane yên ajawegêran de herwiha zirar li gellek maşînên xelkê niştecihê Kolana Pasdaran a Têhranê ketin.

Ajawegêr xwe Derwêşên Gonabadî bi nav dikin.

General Mihemed Baqirî serokê erkantîya hêzên çekdar a Îranê bi dû şehîdbûna sê hêzên ewlehîyê û du hêzên Besîcî yên Îranê bi destê ajawegêran li peyamekê ragihand: Ev kiryara berî her tiştî hewildana şeytanî ya dijmin ji bo tolhildana ji ber piçûkbûna bereya dijmin a ji ber serketinên bereya berxwedanê û pişkdarîya bi milyonan kes ji welatîyên îranî li meşa roja 22`yê Behmenê (11`ê Sibatê) nîşan dide.

General Mihemed Baqirî herwisan got: Di rewşa pirraloz a navçê de, dabînkirina ewlehîya mayinde û aramîya berfire ya li Îranê ku dijminên Komara Islamî ya Îranê hêrs kirine, neimeteke mezin û xêreke istiratêjîk a bêhempa ji bo Îranê bûye û bi hêsanî bi dest neketîye ku hin kesên kirêgirtî bixwazin bi têkbirina wê bibin sedema tirs û dilgiranîyê nava gelê Îranê de. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu