ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Îranê êrişa balafirên cengî yên siûdî ser Senayê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, êrişa balafirên cengî yên siûdî ser rêûresmekê li Senayê ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi sedan kesên sivîl, şermezar kir.

Li gorî rapora dayira giştî ya dîplomasya medyayî ya wezareta karên derve, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve,bêzariya xwe ji cinayetên hovane û dijî mirovan ên Erebistanê li êrişa ser Senayê diyar kir û hevderdiya xwe bi malbatên goriyên vê karesatê ragihand.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi bîranîna vê yekê ku zêde ji salek û nîvê şidetê û destdirêjiya dijî xelkê berxwedêr ê Yemenê, her wekî berê bi bêdengiya civîkên navaneteweyî re rûbirû maye, destnîşan kir: Bona bi dawîanîna qeyrana bixweçêkirî ya Yemenê, tu riyek ji bilî sekinandina xislet xwînrijandin û destdirêjkeriyê ya siûdiyên xwînrêj û hov û destpêkirina gotûbêjên cidî yên bi beşdariya hemi aliyên yemenî, tuneye.

Balafirên cengî yên siûdî, berêvariya roja şemiyê, çend caran, cihê birêveçûna rêûrisma sersaxiya bavê Celal El Rewîşan, wezîrê berê yê karên hundur ê Yemenê, li başûrê Senaya paytexta Yemenê, dan ber bombeyan ku di encama wê de bi sedan yemenî hatin kuştin û birîndar bûn. Di nava kuştiyan de hejmare ji rayedarên payebilind ên Yemenê jî tên dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu