Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê xwe şirîkê xema malbatên goriyên vê cinayeta cengî da zanîn û ji civakên navneteweyî û mafên mirovan xwest ku bila bi her awayî pêşiya dewama cinayeta destdirêjkiran ser Yemenê bigrin.
Qasimî destnîşan kir: Giranbûna bombebarana navçên meskûnî û meqerên ne-eskerî nîşana işkestên berdewam ên hêzên hevalbendiyê li bereyeên cengê ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, mixabiniya xwe li bara dewama piştgiriya çek û sîlehî ya hin welatên dawakarê mafên mirovan ji Erebistan û Îmaratê da xûyanê û got: Ew şirîkê van cinayetên cengî bûne û divê bersivê bidin.
Qasimî ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û welatên bi bandor xwest ku bila hewldanên xwe ji bo rawestandina destxwe ya êrişên destdirêjkiran zêde bikin û tivdîr û kiryarên pêdivî ji bo parastina tendrustî û ewlehiya xelkê sivîl bi taybet jin û zarokan bi kar bînin.
Çavkaniyên pizîşkiyê yên Yemenê, roja pêncşemiyê raghandin ku li encama êrişa balefirên cengê yên estdirêjkirên siûdî ser bajarê Zehyanê ku ûtbûsa hilgirê zarokên yemenî jî ket ber êrişê, herîkêm 39 welatiyên sivîl hatin kuştin û 51 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok in.