AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê êrişa li Stenbolê bi tundî şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên terorîstî yên li Bexda û Stenbolê bi tundî şermezar kirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Behram Qasimî hevxemiya xwe bi  gel û hikûmetên Îraq û Tirkiyeyê re anî ziman û got: Helwestên bimebest, bikaranîna terorê wekî amûr, durûtiya di têkoşîna li hember terorê de û standardên dualî dibin sedem ku ev karesata kavilker sînorên siyasî, erdnîgarî, exlaqî û olî derbas bike.

Qasimî yekîtiya navnetewî yekane rêya têkoşîna li hember terorê da zanîn û hêviya xwe anî ziman ku bi hişyarî û vîna hemî gel û hikûmetan terora li cîhanê bê binbirkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu