CîhanNûçe

Îranê êrîşa têrorîstî li Kabulê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê êrîşa xwekujî û têrorîstî li ser navendeka çandî û ofîsa Ajansa Nûçeyan a Awaya Efxanistanê li kabulê şermezar kir.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî roja Pêncşemiyê  hevderdiya xwe digel dewlet, gelê Efxanistanê, malbat û mayiyên goriyên êrîşa têrorîstî li ser navenda çandî ya Tibyanê û ofîsa Ajansa nûçeyan a Awaya Efxanistanê li Kabolê diyar kir.

Behram Qasimî her wiha got: “Êrtîşa li ser navendên çandî, ragihandin û ramanwerên xwedan fikr û qelemê ku ramanên zêdegavî û tundî aşkira dikirin, nîşana kûrahiya kînajotin û nefreta fermander û sebebkarên têrorîsmê ji azadiya gotin, agahî, naskirin, fikirîn û yekîtiya gelê Efxanistanê ye“.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: “Xêrnexwazên qafteneke zêdetir ji her gavê û li dû işkestên giran ên vê dawiyê, berjewendiyên xwe yên biçûk li alozî û nearamiya li navçeyê û kuştina bêgunehan dibînin“.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: “Parastian hişyarîya dewlet û gelê Efxanistanê û yekîtiya hemî qewm û koman her wiha hevkariya tevahiya welatên navçeyê nihêniya serketina li hemberî kînajotin û dijminiya bêsînor a têrorîtên bêrehm û dilreq e“.

Li pey sê teqînên têrorîstî yên li pey hev di sibeha roja Pêncşemiyê li navenda zanistî lêkolînî ya Tibyanê û ajansa nûçeyan a Dengê Efxan (AWA) li rojavaya bajarê Kabolê, derdora 30 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu