ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Bila kesên bijartî siyasetvanan li bara gefa têrorîsmê qanî bikin

Hesen Rûhanî serokê Komara îslamî ya îranê êvara çarşemiyê li gorî dema herêmî li hevdîtina ligel bijartî û zanyarên amerîkî li kêleka civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her viha got: Di rewşa niha da mijara girîng û bingehîn ev e ku hinek ji dewlet û siyasetvanên ku şik û gumana wan li bara xeter û ziyanên têrorîsmê heye qanî bibin ku têkoşîna li hemberî têrorîsmê û kokên wê pêwsîtiyek e.

Rûhanî bal kişande ser Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û pêwîstiya cihanîna tam û deqîq a wê ji aliyê hemî aliyên têkildar va û got: Komara Îslamî ya Îranê di heyama çend salan da bi tawaneke nerewa hatibû sûcdarkirn û li ser esasa wê tometê jî gelê Îranê berdêleke giran dan.

Serokê saziya cihêner a Îranê got: Têhran meraq dike ku li gotûbêjeke zelal û ron û rûderrû digel hêzxurtên cîhanê li bara tometên nerewa behs bike û di dawiyê da jî Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê li vî warî da nêrîna xwe ragihîne.

Rûhanî destnîşan kir: Li rapora Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê derket holê ku tawanên berê yên li bara Îranê bêbingeh bûne lowma ajansê piştî çend salan lêkolîn û hilkolandinê dosyeya Îranê girêda û ev yeka serketineke mezin ji bo gel û dewleta Îranê  bû.

Di destpêka vê hevdîtinê hejmarek ji zanyar û bijareyên siyasî yên Amerîkayê li axaftinên cuda bîr û nêrînên xwe li bara mijarin wek têrorîsm, lihevkirina navokî û mijarên girîng ên navçeyî û navneteweyî digel serokê Komara Îslamî ya Îranê parve kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu