EfxanîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Îranê êrîşa têrorîstî li ser mizgeftekê li pektiyaya Efxanistanê şermezar kir

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara îslamî ya Îranê Îniyê bi şev êrîşa xwekujiyê li ser mizgefta Îmam Zeman (Ec) a bajarê Gerdêzê ya parêzgeha Pektiya ya Efxanistanê şermezar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara îslamî ya Îranê tevî diyarkirina hevderdiya xwe digel dewlet û gelê Efxanistanê û malbatên goriyên vê bûyera têrorstî, got: Têrorîsmasepandî li ser gelê Efxanistanê li pey duberetîçêkirinê ji riya pêkanîna bêewlêehîtiya kor li nav gelê vî welatî ye ku teqez bi hişyariya û hişmendiya dewleta Kabolê ev komploa şûm û kirêt dê pûç bibe û sebebkar û hokarên vê kirêtiya bêsînor dê bersiva karê xwe bibînin.

Du têrorîstan roja Îniyê pişûtî ketina nav mizgefta Îmam Zeman (EC) a bajarê Gerdêzê li parêzgeha pektiyayê ya Efxanistanê, gulle berdan ser nimêjkaran û teqemeniyên ku bi xwe va girêdabûn, teqandin.

Li vê êrîşê 31 nimêjkar hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûn.

Koma Talibanê setekê piştî vê êrîşê ragihan dku destê wê li vê êrîşê tunebûye.

Heta niha berpirsiyariya pirraniya êrîşên ser mizgeftan li Efxanistanê ji aliyê koma têrorîst a DAIŞê va hatiye pejirandin.

Zemîr Kablof nûnerêl taybet ê serokomarê Rûsiyê li karên Efxanistanê vê dawiyê ragihand: hin belge hene ku nîşan dide Amerîka û Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) rola wan li veguhestiona têrorîstên DAIŞê ji Iraq û Sûriyê bo Efxanistanê heye.

Başa dön tuşu