IraqNûçeRojhilatanavin

Di heyema 48 seatan de 98 êriş

Fermandarê Hêzên Asmanî yê Iraqê Hamd El Malikî got, firokeyên şerî di heyama 48 seatan de 98 caran êrişî DAIŞê kirine.

Fermandarê Hêzên Asmanî yê Iraqê Hamd El Malikî derbarê êrişên di çarçoveya rizgarkirina operasyona Mûsilê de birine ser navendên DAIŞê daxuyanî da.

Hamd El Malikî ji Rûdawê re got, firokeyên şerî li eniyên şer alîkariyeke mezin dide hêzên bejayî û wiha domand: “Me îro tenê 67 caran êriş birine ser çeperên DAIŞê.”

El Malikî diyar kir ku di çaremîn roja operasyona rizgarkirina Mûsilê li Şergatê 2 wesayîtên DAIŞê têkbirine ku 7 çekdarên tê de jî hatine kuştin.

Fermandarê Hêzên Asmanî yê Iraqê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me li gundê Ebasiyê 6 otomobîlên DAIŞê têkbir û çend avahiyên tawanbar tê de jî ruxandin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu