Berdevkê Wezareta Kraên derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva çûyî êrişa terorîstî ya ser qereqoleke ser sînor li eyaleta Belûçistana Pakistanê şermezar kir .
Berdevkê Wezareta Kraên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî hevderdiya netew û dewlata Îranê bi dewlet û netewê Pakistanê û bi malbatên gorî û birîndarên vê cinayetê re diyar kir û ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo jinavbirina diyardeya kirêt û qirêj a terorîzmê li her şikl û formekê bona hevkariya bi Pakistanê re amade ye.
Rayedarên wezareta karên derve ya Pakistanê duh berêvarê li hevdîtina sefîrê Îranê li Îslamabadê xwest ku bila Pakistan û Komara Îslamî ya Îranê li ber her liv û tevgereke terorîstî li ser sînorê hevpar hevkariyê bikin û gavên hevpar bavêjin daku bûyerên tal ên terorîstî dubare nebin.
Komara Îslamî ya Îran û Pakistan wek du welatên cînar û bira hez dikin li ser sînorê wan ê hevpar ewlehî û îstiqrar hebe loma ew amade ne bona sekinîna li ber terorîst û mirovên şerûd hevkariyê bikin.
Di encama êrişa terorîstî ya înê êvarê li eyaleta Belûçistana Pakistanê 6 leşkerên pakistanî can dan û 14 kes jî birîndar bûn.