ÎranNûçeRojhilatanavin

Axavtina Rûhanî di şeva salroja koça dawîn a Îmam Xumeynî (RE) da

Serokê Komara Islamiya Îranê, “ Inqilaba Islamî“, “ Komara Îslamî“ û “ Rêber û Weliyê Feqîh“ 3 yadigariyên dîrokî yên hezretê Îmam Xumeynî (RE) jibo gelê Îranê zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî, serokkomarê Îranê şeva buhurî li merasima 27`emîn salvegera koça dawîn a Îmam Xumeynî (RE), xîmdarê Komara Islamiya Îranê li tirba wî ya pak pêgîrî kir ku gelê Îranê li warê parastina van sê yadigariyên Îmam Xumeynî (RE) û parastina armanc û ramanên wî, yekgirtî, hevdeng û micid in.

Rûhanî her wiha got: Bi saya plankarî û tivdîrên Îmam Xumeynî (RE), civata şarezayên rêvebiriyê di demeke kurt da karî ku hezretê ayetulah uzma Xamineyî wek rêberê Inqilaba Islamî bibijêre û gel di wê rewşa dijwar da şa bike.

Serokê Komara Islamiya Îranê tevî rêzgirtina li bîra Îmam Xumeynî (RE) got: Kombûna bicoş û geş a gel li tirba pak a wî îmamî bi wateya têkiliya qahîm a wî û gelê Îranê bûye mideha 27 salên ku ji koça dawîn a Îmam Xumeynî (RE) derbas dibin, evîn û peyreviya gel ji riya wî zêdetir bûye.

Rûhanî her wiha bi gotina viya ku gelê Îranê bi rênimûniyên rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî mideha 2 salên buhurî, hêza xwe ya siyasî nîşanî cîhanê da û nîşan da ku bi hêza netewî, bawerî, berxwedan, dîplomasî, mentiq û hiqûqê mafên xwe diparêze û pêkutî kir ku Îranê karî siya şûm a şêrr ji ser serê gel dûr xîne û mafên navokî yên gelê xwe li civatên navnetewî misoger bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu