ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê êrişên têrorîstî yên li Bexdayê şermezar kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê kiryara xwekujên têrorîst li Bexdaya paytexta Iraqê şermezar kir.

Vê sibê 2 teqînên têrorîst ji hêla 2 xwekujên êrişker va li devera Sahe Teyran li Bexdayê qewimîn.

PRESS TV`yê ragihand ku di encama van êrişan de 38 kes hatin kuştinê û 100 kes jî birîndar bûn.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê xwe şirîkê xem û kesera malbatên gorîyên van êrişên xwekujîyê zanî û sersaxî da dewlet, gel û xizm û kesên gorîyên vê cinayeta hovane û careka din pêgirî li ser dewama piştgirîya teqil a Îranê ji gel û dewleta Iraqê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de kir.

Başa dön tuşu