FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rêber Seyyid Îmam Elî Xameneyî: Di pêşerojeka ne ewqasî dûr da, yê serketina teqil a gelê Filistînê serê xwe bigire

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Filistîn dê bihêz bimîne û bi luft û kerema Xwedê di pêşerojeka ne ewqasî dûr da, yê serketina teqil a gelê Filistînê serê xwe bigire.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî îro anku Duşemiyê di hevdîtina digel Ziyad El Nexale, Sêkrêtêrê gişt Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê û desteya pêra tevî amajeya ser hevkêşeyeka ron û zelal di mijara Filistînê da û got: Li gorî vê hevkêşeyê heke hûn li ber xwe bidin, hûn ê ser bikevin û heke li ber xwe nedin, hûn ê ser nekevin, lê bi fezl û kerema Xwedê, gelê Filistînê di warê têkoşîna dijî Rêjîma Siyonîst da heta niha li ber xwe daye û serketî bûye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha got: Serketina sereke ya gelê Filistînê û komên Berxwedanê ev bûye ku Rêjîma Siyonîst ku artêşên erebî nekarîn wê têk bibin, bi destê wî gelî û wan komên berxwedêr neçar ma ku bitewe û bi îzna Xwedê dê serketinên mezintir jî bi dest bixin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî got: Rêjîma Siyonîst ku di du şerên buhurî yên li hemberî komên Berxwedanê, di qonaxekê piştî 22 rojan û di qonaxa din da piştî 8 rojan daxawza agirbesê kir, di dawîn pevçûnê da, piştî 48 saetan daxwaza agirbesê kir û eva bi wateya çokdanîna rêjîma dagirker a Siyonîst e.

Hezretê ayetullah Xamineyî hegera serketinên berdewam ên gelê Filistînê di salên dawîyê da berxwedan da zanîn û got: Di pêşerojê da û heta dema ku berxwedan hebe, pêvajoya lawazî û sistbûna Rêjîma Siyonîst dê were domandin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha tevî amajeya ser zextên giran ên bereya zorbêj li ser Komara Îslamî ya Îranê, got: Ev zext dê nema bibin sebeb ku em dest ji erka Îlahî, dînî û aqilmendiya xwe di warê piştevaniya ji Filistînê da bikişînin.

Başa dön tuşu