ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyarî: Ewlehiya navçeyê bi hizûra welatên navçeyê pêkan e

Fermandarê Hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi gotina viya ku em bi bawer in ku ewlehiya navçeyê bi amadebûna welatên navçeyê pêkan e, got: Ti hewcetiyek bi hebûna welatên seranavçeyî û yên din e.

Emîr deryadar Hebîbullah Seyyarî fermandarê Hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê berêvariya şemiyê li merasima hevdîtina digel girêdayiyên leşkerî yên welatên biyanî li Têhranê got: Em dilniya ne ku ev kombûna mezin dibe bingehek ji bo xurtkirina peywendiyên dewletan, hêzên çekdar û bi taybet hêza deryayî û rewşê ji bo aştiya mayînde amade dike.

Fermandarê Hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Piştî dewrana Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma beisa Iraqê dijî Îranê) di heyama avakirinê da jî Hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî dabînkirina ewlehiyê dest bi avakirina li warên cûrbicûr kir û li vî warî da pêngavên bingehîn rakirine û roja îro di cîgeheke herî jorîn da ye.

Fermandarê Hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Niha bi bereketa hebûna kedkarên bihêz û dilpak ne tenê amor û alavên me di jortirîn astê da ne belki Hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi çêkirina amorên nûjen û biroj di asta cîhanî da tevdigere. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu