Wezareta Karên Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê welatiyên îranî yên ku dixwazin serdana Tirkiyeyê bikin, hişyar kirin.
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê wiha ye: Bi nêzîkbûna Newrozê re gelek welatiyên me dixwazin serdana welatên biyanî bikin. Ji ber ewlehiya tevlihev a Tirkiyeyê di mehên derbasbûyî de û her wiha ji ber metirsiya ewlehiya jiyana welatiyên îranî li vî welatî, em daxwazê ji welatiyên xwe dikin ku heta ji destê wan tê neçin û eger diçin jî bila pir balder bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)