İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îranê îdamkirina 3 girtîyên behrêynî şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê, kiryara rêjîma Alê Xelîfe ya îdamkrina 3 ciwanên girtî yên behreynî şermezar kir.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro desnîşan kir ku civatên navnetewî û sazî û dezgehên mafên mirovan û ên gelanî li dinyayê jî piştrast dikin ku pêvajoya mihakimeya wan sê welatîyên behrêynî nezelal û nedadmendane bûye.

Qasimî herwiha got: Hikûmeta Behrêynê bi vî karê xwe careka din nîşan da ku bi dû çareserkirina bi aştî û vekirina riyekê jibo xilasbûna ji qeyrana Behreynê nîne ji ber ku li ser bikaranîna rêbazên ewlehîyê û tepeserkirin û kuştina nerazîyên bêberevan disekine.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Cihê heyf û mixabinîyê ye, li halekî ku gelê Behreynê û rêvebirên sîyasî û mezhebî yên wan û civatên navnetewî li ser çareserkirina qeyrana vî welatî bi riya gotûbêj û danûistandinê disekinin, rêjîma Behreynê bi dijwarkirina sîyasetên ewlehîyê, zext û zora ser gel û îdamkirina girtîyên sîyasî, vî welatî ber bi xitimîn û asêbûneke tam a sîyasî va dimeşîne.

Samî Meşîme, Elî Senkîs û Ebas Semî sê ciwanên behrêynî vê sibê di çarçova dosîya idiayî û pûç a ku rêjîma Behreynê ser navê êrişa ser hêzên polîs li devera Dîye di sala 2014`an da hilêxistîye, hatin îdamkirin.

Îdamkriina vê sê ciwanên behrêynî bûye sedema hêrsbûna û xwepêşandana gelê seranserî Behreynê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version