ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê idiaya Amerîkayê di warê çekên kîmyewî da bêbingeh bi nav kir

Komara Islamî ya Îranê di çaremîn Konfiransa Venihêrîna Konvansîyona Çekên Kîmyewî li şarê Lahe yê Holandê da, idiaya Amerîkayê derbarê vê yekê de ku Îran plana xwe ya çekên kîmyewî vedişêre, bêbingeh zanî.

Nunerê Amerîkayê li Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî Kont Vard, duh idia kir ku Îranê planek ji bo çekên kîmyewî heye û derbarê navedên berhemanîna gazên kîmyewî yên xwe da hîç raporek nedaye Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî.

Rêvebirê Giştî yê Çiqa Aştî û Ewlehîya Navnetewî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Riza Mecefî di daxûyanîyekê de wekî berteka li hemberî idiayên Amerîkayê yên li dijî Îranê, di Çaremîn Konfiransa Venihêrîna Konvansîyona Çekên Kîmyewî li şarê Lahe yê Holandê da ragihand: Ez ji ber tawanbarkirinên pûç û nû yên Amerîkayê ew jî di dema dewleta niha ya vî welatî ta heyirî nabin lê bi awayekî teqil wan ret dikin.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye:Amerîkayê wekî endamekî dayimî yê Konseya Ewelhîyê ya NY di dema şerê rêjîma Sedam ê dijî Îranê de, çavê xwe ser bikaranîna berfire ya çekên kîmyewî dijî sivîlan ji hêla vê rêjîmê va girêda. Di halekî da ku madeyên seretayî yên çekên hanê ji hêla Amerîkayê û hevgirtîyên wê va dihatin dabînkirinê.

Rêvebirê Giştî yê Çiqa Aştî û Ewlehîya Navnetewî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê di pişkeke din a vê daxûyanîyê da balê dikişîne ser qeyrana Sûrîyê û dibêje ku têrorîst li Sûrîyê bêyî alîkarîya ji derve nikarin çekên kîmyewî bi dest bixin. Lewma nabe were jibîrkirinê ku Amerîka tenha endamê Konvansyona Çekên Kîmyewî ye ku hela jî çekên kîmyewî yên zimhêrkirî tam ji nav nebirine.

Di dawîya vê daxûyanîyê da hatîye ku Rêjîma Sîyonîst jî bi alîkarîya Amerîkayê çekên xwe yên kîmyewî berfire kirine ku ev yeka babeteek din a pêbendnebûna Amerîkayê li qirarên qedexekirina çekên kîmyewî ye.

Başa dön tuşu