Îranê îdiaya Amerîkayê ya hebûna rola Têhranê li êrişa mûşekî ya ser gemiya cengî ya Amerîkayê ret kir
Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tevî viya ku îdiayên Geniralê Amerîka ku êrişa ser paporên şêrr ên Amerîkayê li behra Sor bi şik da zanîn û hêtimala desthebûna Îranê daye ret kir, got: Ev gotinên wiha wekî çîrokên xeyalî ne û bê xîm û binyat in û nîşana viya ye ku Amerîka riya xwe wenda kiriye û nizane ku niha çi bike.
Qasimî destnîşan kir; Pêwîst e dewleta Amerîkayê haya wê ji wan kesan be ku pê destdirêjiya xwe ya hovane ser axa Yemenê, niha nizanin çi bikin û bona derketina ji vê agirê ku wan bi xwe vêxistiye, her karekî dikin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê gotinên neberaqil ên rayedarên Amerîkayê mînakeke din a taybetiya destwerdanê ya dewleta vî welatî zanî û got: Bêguman gefên sergirtî, neberaqil, netenê kêrhatî nînin belkî dibin sedema bilindbûn û xurtbûna dîwarê nebawerîya gelê Îranê li bara Amerîkayê.
Qasimî got: Eskerên amerîkî hema rasterast yan jî nerasterast piştevaniyê dide hevalbendiya seûdî ya ku derheq gelê yemenê cinayetan dike û pêwîst e li dewsa van cure propagandeyên bê xîm û binyat dijî Îranê dest ji cinayetên wiha li nav axa Yemenê berde û kutahiyê bide kuştina xelkê bê guneh ê vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)