ÎranNûçeRojhilatanavin
Îranê îdiayên berpirsên Behreynê red kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îdiayên berpirsên behreynî yên der heqê destwerdana Îranê di nava karûbarên wî welatî de derewandin.
Behram Qasimî got: Berpirsên Behreynê ku nikarin bersiva xwestekên aştîxwazane yên welatiyên xwe bidin, Îranê bi destwerdana nava karûbarên welatê xwe tawanbar dike.
Qasimî ji hikûmeta Behreynê xwest ku bi rêbazên demokratîk û aştîxwazana û li gor prensîbên mirovane bi gelê xwere tev bigere. (BANGÊ ÎSLÂMİ)