AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îranê ji Îlona 2004`an na heya niha zêde ji 65 milyar KW ê siet, enerjiya karebayê bi qasî zêde ji 6 milyar dularî şandiye Iraqê

Wezîrê karebayê yê Iraqê li bara muzakira şîrketa neteweyî ya karebaya navça bakurê vî welatî bi şîrkteke îranî re bona kemlandina proja hêzgeha karebaya gazî ûa Cedîd Ul-Debsê li parêzêgeha Kerkûkê agahî da.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, û ji zarê Wezareta karebayê ya Iraqê, Lowî El-Xetîb li sefera parêzgeha Kerkûkê raghand ku ferman daye şîrketa neteweyî ya karebaya navça bakurê Iraqê ku bona kemlandina proja hêzgeha karebaya gazî ya Cedîd El-Debs bi hêza 320 MW ku heya niha sedî 65 ê wê hatiye kemlandinê bi şîrketa îranî ya Sabirê re muzakirê bike.

 Berhemanîna karebayê yek ji mêhwerên  sereke yên muzakiran û hevhatina Têhranê û Bexdayê li sefera Adara buhurî ya Hesen Rûhanî , Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Bexdayê û her wiha sefera vê dawiyê ya Adil Ebudlmehdî, serokwezîrê Iraqê bo Têhranê bûye.

 Îranê ji Îlona 2004`an na heya niha zêde ji 65 milyar  KW ê siet,  enerjiya karebayê bi qasî  zêde ji 6 milyar dularî şandiye Iraqê.

Başa dön tuşu