Wezîrê karebayê yê Iraqê li bara muzakira şîrketa neteweyî ya karebaya navça bakurê vî welatî bi şîrkteke îranî re bona kemlandina proja hêzgeha karebaya gazî ûa Cedîd Ul-Debsê li parêzêgeha Kerkûkê agahî da.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, û ji zarê Wezareta karebayê ya Iraqê, Lowî El-Xetîb li sefera parêzgeha Kerkûkê raghand ku ferman daye şîrketa neteweyî ya karebaya navça bakurê Iraqê ku bona kemlandina proja hêzgeha karebaya gazî ya Cedîd El-Debs bi hêza 320 MW ku heya niha sedî 65 ê wê hatiye kemlandinê bi şîrketa îranî ya Sabirê re muzakirê bike.
Berhemanîna karebayê yek ji mêhwerên sereke yên muzakiran û hevhatina Têhranê û Bexdayê li sefera Adara buhurî ya Hesen Rûhanî , Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Bexdayê û her wiha sefera vê dawiyê ya Adil Ebudlmehdî, serokwezîrê Iraqê bo Têhranê bûye.
Îranê ji Îlona 2004`an na heya niha zêde ji 65 milyar KW ê siet, enerjiya karebayê bi qasî zêde ji 6 milyar dularî şandiye Iraqê.