ÎranNûçeRojhilatanavin

Nerazîbûna alîkarê serokomarê Îranê li hemberê hevrêtiya Tirkiyê tev Konseya Hevkariya Kendava Farsê

Alîkarê serokomarê Îranê got: Em qebûl nakin ku tu aliyek li bara heqê hakimiyeta welatê me gotineke şaş bîne ziman.

Îshaq Cihangîrî alîkarê serokkomarê Îranê li hevdîtina tev wezîrê abûra Tirkiyê bal kişande ser viya ku daxûyaniya kutahiya civîna Konseya Hevkariya Kendava Farsê û Tirkiyê eşkera peyameke dijî Îranê ye û destnîşan kir; Em qebûl nakin ku tu aliyek li bara heqê hakimiyeta welatê me gotineke şaş bîne ziman.

Cîhangîrî li hevdîtina xwe ya îro şemiyê tev nihat Zeybekçi wezîrê abûra Tirkiyê bal kişande ser peywendiyên dostane û bi biratî di navbera xelk û dewletên Îran û Tirkiyê de û destnîşan kir; Em gelek keyfxweş bûn ku darbeya leşkerî li nav Tirkiyê rastî işkestê hat û xeterek mezin ji ser Tirkiyê û navçê dûr bû.

Wî destnîşan kir; Renge di navbera Tirkiyê û Îranê li bara hindek ji meselên navçê neyarî hebin, lê eva nabe sebeb ku Îran , Tirkiyê li bara gefên navçeyî û sebebkarên bê ewlehiyê bi tenê bihêle.

Cîhangîrî got: Eger Tirkiye û Îran haje wan xeteran bin ku welatên serdest li navça me çêkirine, dikarin lîstika wan têk bidin.

Nîhat Zeybekçî wezîrê abûra Tirkiyê jî bal kişande ser viya ku li vê seferê qirar e ew e tev çend wezîrên îranî hevdîtinê bike û bernameyeke berfireh li vê sefera xwe heye û got: Tirkiye dixebite ku navendên xwe yên tecarî li welatên din veke û em hêvîdar in ku ewil navenda tecarî ya Tirkiyê li Têhranê vebe.

Nîhat Zeybekçî bal kişande ser zirûfên zav bona berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan û got: Îran û Tirkiyê dikarin hevkariyên xwe li babetên wekî Senet, Meden, cotkarî, hesin û polayê berfireh bikin û herwisa dikarin li welatên din jî bi hevra sermayeguzariyê bikin.

Li daxûyaniya kutahiya civîna Konseya hevpar a Hevkariya Kendava Farsê û Tirkiyê ji sê giravên îranî wekî ciyê nakokî û kêşeyê hate binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu