ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê kiryara polîsê balafirgeha Teflîsa Gurcistanê derheq misafirên îranî protesto kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê kiryara polîs ewlekariyê yê balafirgeha Teflîsê, paytexta Gurcistanê derheq bêhurmetiya li hicaba çend misafirên jin ên îranî ku ji vî bajarî dihatin Îsfehanê li navenda Îranê, şermezar kir û got ku balyozxana Îranê ya li Teflîsê nerizamendiya tund a Îranê li vê barê de gihande guhê wezareta derve ya Gurcidtanê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî doh got: Şopandina vê bûyerê ji aliyê balyozxana Îranê ya li Teflîsê û ji aliyê Dayira Giştî ya Konsoliya Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê berdewam dike.

Qasimî herwiha got: Di vê çarçovê de Dayira Giştî ya Konsoliya Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê nameyeke protestokirinê ji balyozxana Gurcistanê li Tehranê şand û Balyozxana Îranê ya li Teflîsê jî bi nameyekê wezareta derve ya Gurcistanê derheq nerizamendiya Îranê li barav vê bûyerê agahdar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha got:Me ji rayedarên Gurcistanî xwest ku vê meselê bi cidî bişopînin û rê li ber dubarebûna kiryarên wiha li dij misafirên îranî bigirin.

Qasimî herwiha hêvîdariya xwe diyar kir ku di encama şopandinên cidî de polîsê balafirgeha Teflîsê bi hurmet nêzîkî jinên misilman û hicabdar be û kiryarên xwe yên bê hurmetiyê dubare neke.

Başa dön tuşu