BehreynNûçeRojhilatanavin

Mehkemekirina şêx Elî Selam bo 8`ê Adarê hat paşdaxistin

Rêjîma Alê Xelîfe civîna mehkemekirina Sikritirê Gişt ê Civaka Îslamî ya El Vifaqê ya Behrêynê, Şêx Elî Selman, heta 8`ê Adara 2018an paşda xist.

Li gorî rapora Al Alamê, dadgeha Rêjîm,a Alê xelîfe pêştir dema civîna şeşan a mehkemekirina Şêx Elî Selmanê Sikritirê Gişt ê Civaka Îslamî ya El Vifaqê ya Behrêynê ku eva sê sal in bi tawana hevkariya bi Qeterê ra avêtiye zîndanê, roja 1ê Adarê tayîn kiribû.

Şêx Elî Selamnê Sikritirê Gişt ê Civaka Îslamî ya El Vifaqê ya Behrêynê li pey serhildana 14`ê Sibatê li vî welatî sê salan beriya niha hat girtinê û hikmê çar salan hebsê lê hatiye birrîn û sala tê dê heyama zîndaniya wî bi dawî were.

Behrêynê dil heye bi çêkirina dosyeyan û mehkemekirina dubare ya Şêx Elî Selman vê carê bi tawana komplokirin û sîxoriya bo Qeterê rê li ber azadî û hebûna wî li nav gel bigire; Bi taybet ku demm ahilbiajrtin atê ya Behrêynê jî nêzik dibe.

Mihemed Sefa sikritirê gişt ê navenda El Xiyamê bal kişande ser girtina çalakên Mafên Mirovan li Behrêynê û got: Rêjîma Alê Xelîfe li warê tepeserkirina xelkê û binpêkirina mafên wan û serkutkirina berevanên mafên mirovan, Rêjîmam Siyonîst li pey xwe hiştiye.

Hevdem Zeyd Ibnê Reid El Husêyn, Komîserê bilind ê Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên yebûyî (NY) hejmara babetên binpêkirina mafên irovan li Behrêynê gellek zêde û wek karesat da zanîn.

Behrêyn ji Sibata sala 2011an va bûye qada nerazîtiyên aram ên gel li dijî Rêjîma Alê Xelîfe.

Başa dön tuşu