CîhanEwropaNûçe

Serokomarê Vênêzoêlayê razî bûye ku hilbijartina parlimanî ya pêşwext were lidarxistin

Serokomarê Vênêzoêlayê Nicolás Maduro di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Sputnikê da got: Lidarxistina hilbijartina parlimanî ya pêşwext gellek baş û şêwazeke erênî ya gotûbêjên sîyasî û rêçareyeke bi rêya dengê gel e.

Nicolás Maduro herwiha got: Ev razî ye hilbijartinên zûdem ên Civata Netewî bên lidarxistin û piştgirîyê didê.

Rêberê neyarên dewleta Vênêzoêlayê Juan Guaidó xwe serokomarê bi nav kirîye û xwestîye ku Nicolás Maduro wêde here lê,  Maduro li dijî wêdeçûna ji desthilatê û lidarxistina hilbijartinên serokomarîyê ye û tenê ragihandîye ku razî ye hilbijartinên pêşwext ên parlimanî bên lidarxistin.

Nicolás Maduro herwiha pêgirî kir ku hilbijartina vê dawîyê ya serokomarîyê li Vênêzoêlayê li gorî qanûnê hatîye lidarxistinê û lidarxistina dewra nû ya hilbijartinên serokomarîyê qebûl nekir.

Nicolás Maduro di dewama qisekirina xwe de got: Hilbijartinên serokomarîyê kêmtir ji salekê berî niha hatin lidarxistinê û ew bi sedî 68`ê dengan ser ketîye û ew hilbiajrtin rewa û qanûnî bûne ku bi sûdwergirtina ji sîstema hilbijartinê ya zelal û amadebûna çavdêrên navnetewî hatîye lidarxistinê.

Wî herwiha ragihand ku ew dilnîya ye ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ferman daye dewleta Kolombyayê û Mafîyayan ku wî bikujin û heke tiştek were serê wî, Trump û Serokomarê Kolombîyayê Iván Duque dê berpirsê wê bin.

Nicolás Maduro di eynî halî da pêgirî kir ku gelê Vênêzoêlayê hertim wî diparêze û boykotên Amerîkayê li dijî şîrketa nifta dewleta Vênêzoêlayê jî hîç gefek li hemberî hevkarîyên Karakas û Moskowê nînin.

Başa dön tuşu