ÎranNûçeRojhilatanavin

Qedrzaniya pêşnimêjê îniyê yê Tehranê ji ber rola Haşimiyê Refsencanî

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Tehranê got: Rehmetîyê ayetullah Haşimiyê Refsencanî berî û piştî Inqilaba Îslamî tim dilsoz û li fikra ciwanan, hilêxistina Îslama rastîn û Qurana Kerîm bû.

Ayetullah Muhemed Îmamiyê Kaşanî li xutbên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Tehranê destnîşan kir: Koça dawîyê ya ayetullah Haşimiyê Refsencanî serokê civata kivşkirina berjewendîyên nizama Komara Îslamî ya Îranê xisareke giran jibo nizam û Inqilaba Îslamî ye.

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê tevî dayîna serxweşiya dubare ya bo munasibeta koça dawîyê ya ayetullah Haşêmiyê Refsencanî bo gel, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û malbata wî destnîşan kir: Bitaybet divê ciwan li meydanê bin da ku Inqilaba Îslamî û nizamê bighînin asta baş a bi dil û daxwaziya gel û rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî.

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser beşdariya bi milyonan kes ji xelkê li merasima oxirkirina meytê serokê civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê û got :Ev amadebûn û pişkdarîya nîşana yekitiya gel û ragihandina piştgiriya wan ji berpirsên nizama Komara Îslamî ya Îranê ye.

Serokê civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê, şeva yekşemiya buhurî ji ber rawestana dil li nexweşxaneyekê li Têhranê çû ber dilovaniyê Xwedê. Meytê ayetullah Ekber Haşimî Refsencanî sêşemiya buhurî li cem tirba paqij a xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê hat definkirin.

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê, ayetullah Îmamiyê Kaşanî herwiha bal kişand ser pêşdeçûna artêşa Iraqê li Mûsilê jibo azadkirina vî bajarî ji lepên terorîstan û destnîşan kir: Mûsil dê bi zûtirkê were azadkirin û ewlehiya mayînde li Iraqê bê damezrandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu