ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê nigeraniya xwe ji ber êrîşa li ser welatiyên sivîl diyar kir

Nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara berfirehbûna kêmînak ya êrîşên li ser welatiyên sivîl nigeraniya xwe diyar kir.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Xulamelî Xweşrû roja îniyê, 10`ê Hezîrana 2016`an, bi nûneratiya welatên endamê Tevgera Qeydnenasan li civîna giştî ya Konseya Ewlehiya NY li bara parastina welatiyên sivîl li çarçoveya operasiyona parastina aştiyê ya NY, got: Civaka navneteweyî bi giranî nigerana êrîşa ser welatiyên sivîl e ku roja îro berûlayên wê bi awayekî kêmdîtî berfireh bûne.

Xweşrû got: Li ser esasa sêkrlêtêrê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) a niha ji sedî 42`ê çînûqatên reben û belengaz li navçeyên qeyranlêketî dijîn û pêşbêînî tê kirin ku ev asta heta sala 2030`î bigihêje ji sedî 60`ê.

Nûnerê Komara islamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her viha got: Kiryarên mirovdostane ji wan parastiona welatiyên sivîl ji çaklakiylên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û ev mafê welatiyên sivîl e ku werin parastin; Lê mixabin ku êrîşa li ser dibistan, nexweşxane û hawargihanan li navçeyên qeyranbar bûye tişteke asayî, loma pêwsît e ku gişt welat li vî warî da zêdetir bala xwe bidin ser menşûr û mafên navneteweyî.

Li gorî gotina Xweşrû, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sala 1999`an da parastina welatiyên sivîl xistiye nav koma erkên hêzên parastina aştiyê û Tevgera Qeydnenasan li gorî vê rastiyê destnîşan dike ku pêkanîna vê erkê divê li gorî rêzgirtina li naverok û bingehên menşûra Neteweyên yekbûyî, bi taybet mafê hakimiyet, serxwebûna sioyasî û parastina yekparçetiya welatan pêk were.

Komara Îslamî ya Îranê li bara êrîşa lis er welatiyên sivîl li gelek ji welatên cîhanê pêştir ji viya jî nigeraniya xwe li civînên navneteweyî ji wan Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kiriye û xwestiye ku rêxistinên navneteweyî li vî warî da bikevin tevgerê.

Pêştir balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Islamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Xulamhusêyn Dêhqanî li axaftinekê li Konseya Ewlehiya NY ku wek nûnerê Tevgera Qeydnenasan rabe kir tevî bibîrxistina lîsta dirêj a cinayetên Rêjîma Siyonîst lêi erdên dagîrbûyî mîna êrîşa lis er welatiyên sivîl, dewama dorpêçkirina nemirovaneya Xezeyê, wêrankirina malên filsitîniyan û dewama siyaseta avakirina bajarokên siyonîstnişîn, destdirêjiya li ser pênaseya islamî ya Bêyt El-Muqedesê û desteserkirna neqanûnî ya erdên filsitînî, xwest ku helwsêtên tevgera Qeydnenasan li warê hevgirtina ligel xelkê Filsitînê li hemberî dagîrkeriya rêjîma Israîlê werin şopandin.

Dêhqanî got: Konseya Ewlehiya NY nîşan daye ku nikare qeyranan çareser bike û Rêjîam Siyonîst bêyî tirsa ji ber her cûre cezakirinê, siyasetên xwe yên zorbêjane didomîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya îranê, Sadiq Husêyn Cabirî Ensarî jî pêştir êrîşên firokeyên Erebistana Siûdiyê lis er Yemenê ku di encamê da bi hezaran welatî û jin û zarok hatine kuştin û birîndar bûne, bi tundî şermezar kiriye û xwestiye ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî kuştina welatiyên sivîl ji aliyê Erebistanê va rawestînin.

Cabirî Ensarî bi bîr xist: Zêdebûna êrîşên li ser malên xelkê û navendên ne-leşkerî û girtina rê li ber hawargihaniya sazî û rêxistinên hawargihan, binpêkirina eşkere ya xal û qanûnên mafên mirovan e.

Li vî warî da Komara islamî ya Îranê sê salan vberî niha biryarnameya pêşniyariya `Cîhana Vala ji Tundî û Zêdegaviyê` raberî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji aliyê welatên cîhanê va hat pêşwazîkirin û pesendkirin.

Yekdengî û piştgiriya welatan ji biryarnameya pêşniyarkiriya Komara islamî ya îranê nîşana pêwîstiya pêngavrakirinê ji aliyê vê saziyê li warê sekinîna li hemberî `Tundî û Zêdegaviya tundîxwazan` li cîhanê ye.

Ji ber viya ku zêdegavî û tundî û pirsgirêkên têkldarî wê ji wan tundiyên firqeyî û mezhebî li Sûriye û Iraqê û welatên din ên cîhanê zêde bûne, pêwsît e ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roleke cidîtir li warê sekinîna li hemberî vê yekê bilîze. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu