ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê NY agahdar kir, Seûdî ji bo xirabkarîya li Îranê planê dadirêjin

Nuneratîya Komara Islamî ya Îranê li NY di nameyekê ji bo Sêkrêtêrê Giştî yê vê sazîyê û Srokê Konseya Ewlehîyê da ragihand ku Seûdî ji bo karên xirab ên ewelhî û aborî dijî Îranê plankarîyê dikin.

Nuneratîya Komara Islamî ya Îranê li NY di wê nameyê da bal kişand ser gotinên rayedarên Seûdî derbarê kaşkirina pevçûnan bo nav Îranê û piştgirîya Erebistanê ji hin komên têrorîst ji bo têrorî li nav Îranê, wekî mînaka berbiçav a karê xirabker ê wî welatî bi nav kir.

Di nameya Nuneratîya Komara Islamî ya Îranê li NY de amajeyî lêzanînên ku bi awayekî aşkira derbarê planên Seûdîyan ji bo derbê li aborîya Îranê bidin û herwiha têrorkirina rayedarên îranî bi destê têrorîstên kirêgirtî hatîye kirinê û hat gotin ku evana pişkeke kiryarên mezintir ên Seûdîyan ji bo birêxistina bêewlehîtîyê li welatên navçê ne ku cîhan divê li hemberî wan bisekine.

Nuneratîya Komara Islamî ya Îranê li NY di nameya xwe da herwiha amajeyî cinayetên Erebistanê li Yemenê kir û pêgirî kir ku civaka cîhanî divê Erebistanê neçar bike ku cinayetên xwe yên cengê rawestîne û vî welatî ji ber van cinayetana berpirs bizanibe.

Başa dön tuşu