ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê opêrasyona têrorîstî ya li Sûriyê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, opêrasyona têrorîstî ya li bajarên Tertûs û Cebelê yên Sûriyê şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Sadiq Hisên Cabirî-Ensarî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro tevî diyarkirina hevderdiya ligel malbatên gorî û mexdûrên opêrasyonên têrorîstî li Sûriyê ku di encamê da gellek welatiyên bêguneh ên sûrî hatin kuştinê û birîndar bûn, got: Têrorîsm û fanatîsm xetera cidî ser riya miletên navçê û gefek l idijî aştî û ewlehiya cîhanê ne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê pêkutî kir ku Komara Islamiya Îranê ji civîaka cîhanî dixwaze ku erk û berpirsiyên qanûnî û exlaqî yên xwe li warê sekinîna giştalî li hemberî diyardeya neinsanî û şûm a têrorîsmê cih bîne.

Di encama êrişên duh ên koma têrorîst a DAIŞ`ê ser bajarên perravî yên Tertûs û Cebelê yên Sûriyê da, zêde ji 100 welatiyên sûrî hatin kuştinê û gellek kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu