ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê plana zêdekirina kapasîteya dewlemendkirina ûranyûmê ji NYyê re ragihand

Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Elî Ekber Salihî diyar kir ku welatê wî ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî re ragihandiye ku dê plana xwe ya bilindkirina kapasîteya dewlemendkirina ûranyûmê bide destpêkirin.

Salihî got ku Îranê ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî ya ku di nava Neteweyên yekbûyî de bi awayekî serbixwe dixebite re ragihandiye ku plana xwe ya zêdekirina kapasîteya dewlemendkirina ûranyûmê daye destpêkirin.

Rayedarê îran got, “duh nameya behsa destpêkirina hinek çalakiyên diyar dike ji ajansê re hat şandin.”

Li gorî nûçeya Ajansa Farsê ya nêzîkî muhafezekaran, Salihî gotiye: “Eger merc pêk werin, belkî em sibe vekirina navenda hilberandina santrifûjiyan a nû li Natanzê ragihînin.”

Herwiha Salihî gotku tesîsa Îranê ya li Nantanzê bingehê hilberandina elektirîk bi pêş de dixe û teqez kir ku xebatên nûkleerî yên Îranê di çarçoveya peymana (JCPOA) de ne ku sala 2015an li gel welatên P5+1ê de ye.

Alîkarê Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Behrûz Kemalwendî berî Salihî daxuuyaniyek dabû û gotibû ku ji îro û pê ve,dest bi xebatên zêdekirina kapasîteya hilberandina F6 (uranyum hexaflorid) û UF4 (uranyum tetraflorid) dikin û dê têkilîdarî vê mijarê jî nameyekê ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî re bişîne.

Başa dön tuşu