Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê îniyê şevê pejirandina pêşnumaya nijadperestane ya “welatê cihû“ li paremana Rejîma Siyonîstî şermezar kir û got: Apartayd li Filistîna dagirbûyî dê bi viyan û berxwedana gelê Filistînê bê jinavbirin.
Li gorî rapora Fars News`ê, Behram Qasimî, destnîşan kir ku Rejîma narewa û nijadperest a siyonîstî li gor dagirkirina Filistînê û tevkujiya xwediyê sereke yên vî welatî pêk hatiye û kiryara vê dawiyê ya parlemana vê rejîmê, mahiyet û nihêrîna nijadperestane ya vê rejîmê li 70 salên buhurî piştrast kir.
Qasimî her wiha diyar kir: Piştgiriya giştalî ya Emerîkayê ji Rejîma siyonîstî û kiryara dewleta Trump ya guhestina balyozxana vî welatî bo Qudsê û hewldana hin welatên erebî li normalkirina peywendiyan tev talankirên erdê Filistînê û mehkemenekirina vê rejîmê ji ber binpêkirina qanûn û qayîde û qirarên navneteweyî û kuştina rojane ya xelkê mezlûm ê filistînê, bûye sedema rûçirî serhişkiya wan ji bo dewama siyaseta cihûkirina Filistînê û paqijkirina wê ya qewmî ku bê guman dê bibe sedema nearamî û zêdebûna bêewlehiya zêdetir li navçeyê.
Bedevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku serdema apartyadê dawî bûye û destnîşan kir: Nijadperestî li Filistîna dagirbûyî jî dê bi viyan û berxwedana gelê Filistînê û gelên misilman û azadîxwaz ên cîhanê ji holê rebe.
Parlemana Rejîma Siyonîstî roja pêcşemiyê tevî dijberiyên berfireh ên pêşnumaya nijadperestane yê welatê cihû, pejirand.
Qanûna nijadperestane ya welatê cihû, Filistînê, erdê siyonîstan dizane û filsitîniyan ji hemî mafên welatîbûnê bêpar dike.