ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê qedexe danî ser çûna werzîşvanên xwe ya ji bo Tirkiyeyê

Wezareta Werzîşê ya Îranê çûna tîmên werzîşê yên welatê xwe ji bo Tirkiyeyê qedexe kir. Wezaretê ji hemû federasyonên werzîşê xwest ku heta daxuyaniyeke duyemîn ti tîmê werzîşê û werzîşvanan neşînin Tirkiyeyê.

Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê ji ajansa fermî ya Îranê, ÎRNAyê re daxuyand ku ev biryar ji ber ewlehî û rewşa heyî ya li Tirkiyeyê hat girtin.

Piştî kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov Wezareta Karên Derve ya Îranê duh ji bo welatiyên xwe xwestibû ku heta gelekî hewce neke, necin Tirkiyeyê. Rêveberiya Tehranê her wiha konsulosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê roja sêşemê girtibû û daxuyand ku wê îro jî nûnertiyên xwe bigirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu