Îranê qirkirina filistîniyan şermezar kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî qirkirina dirindane ya filistîiyan û birîndarkirina bi dehan kesên din bi destê leşkerên Rejîma Siyonîstî li erdên dagîrbûyî yên filistîn de şermezar kir.
Filistîniyên devera Gazayê duh hevdemê Roja Erdê meş û rêpîvaneke girseyî û mezin ya bi aştî ser navê `Mafê Vegerînê` li dar xistin, lê belê leşkeriyên Rejîma Siyonîstî bi çek û sîlahan êrişî ser wan kirin û 16 filistînî şehîd kirin û bi dehan kesên din jî birîndar kirin.
Di vê çarçovê de berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî îro got: Rast e rejîma Siyonîstî li qirkirina filistîniyan, dagîrkirina erdên wan û cinayetên curbicur li dij filistîniyan xwediyê mêjû û dîrokeke dom û dirêj e, lê heyf û mixabin piştgiriyên heralî yên taxima birêveberiya Amerîkayê û serokomarê wê ji vê rejîmê û hewldanên bêşermane yên serok û rêberên nûgihêştî û bê tecrube yên hin welatên paşverû yên navçê ji bo damezirandina pêwendiyên penî û nepenî û bi şermezarî bi Rejîma Siyonîstî re bûne sedema hirrbûn û gustaxbûna hakimên vê rejîmê ku encama vê hirrbûn û çavsoriyê qirkirina ciwanên filistînî yên beşdarê xwenîşandana aram li bereberê Eyda Pise(Pak) e .
Qasimî herwiha ji civaka cîhanî û kesên ku hîn li însaniyetê difikirin xwest li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîstî bê deng nemînin û karekî bikin û got: Li van dem û gavên hestyar welatên navçê dewsa kêşe û pevçûnên herêmî û dagîrkirina axa welatên îslamî û dewsa xwe pergalkirina bi çek û sîlahên curbicur ji bo sekinîna li hemberî welatên din ên Îslamî, pêwîst e gişt îmkan û hêzên xwe yên neteweyî û gelanî ji bo sekinîna li ber siyasetên zêdexwazane û yên dijî mirovaniyê yên Rejîma Siyonîstî bikar bînin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Bi yeqîn serok û rêberên hin welatê navçê ku ji bo razîkirina Amerîkayê bi dizî dixebitin pêwendiyên xwe bi Rejîma Îsraîlê re xweş bikin, şirîkê cinayetên vê rejîmê li qirkirina bi dehan filistîniyan in û li vê babetê de berpirsyariya rasterast hene û divê ku bersiva raya giştî û wijdanên hişyar ên cîhanê bidin.
Qasimî cinayeta vê dawiyê ya Rejîma siyonîstî li erdên dagîrbûyî nîşana xîsleta dirindane û nemirovane ya vê rejîmê da zanîn û li ser berxwedan û rawestana welatên îslamî li hemberî Rejîma Siyonîstî heya kutabûna dagîrkeriyê û dabînbûna heq û mafê filistîniyan sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)