IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên gelanî û artêşa Iraqê zêde ji 200 terorîstên DAIŞê kuştin

Li gor ragihandina televîziyona El-Mayadeen a Libnanê, hêzên gelanî û artêşa Iraqê li navçeya Mexmûrê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê li dijî terorîstên DAIŞê operasyonan pêk anîn. Di vê operasyonê de hêzên Iraqê êrişî gundê Mehane yê li başûrê Mexmûrê kirin.

Hat gotin ku di şer û pevçûnên girtina gundê Mehane de 200 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û laşê wan li qadên şêr de mane. Her wiha hat ragihandin ku 4 otomobîl jî hatin teqandin, 4 roketavêj ku li gundên Hecî Elî, Kibrok ên li nêzîkî gundê Mehane hatibûn danîn, ligel 7 yekîneyên hawanê ku hewla alîkarîkirina terorîstên DAIŞê didan, hatin îmhakirin.Gundê Mehane dikeve başûrê navçeya Mexmûrê û li nêzîkî bajarokê Geyarê ye. Mehane wek gundekî stratejîk tê dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu