ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Hewildana welatên dost ji bo rawestandina destwerdana welatên rojavayî di karên Sûrîyê da girîng e

Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed di hevdîtina digel Alîkarê Taybet ê Sîyayî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Cabêrî-Ensarî li Şamê da got: Hewildana welatên dost ji wan Îran û Ûrsêtê jibo rawestandina destwerdana welatên rojavayî di demajoya sîyasî ya Sûrîyê da girîng e.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a SANA`yê, Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed û Alîkarê Taybet ê Sîyayî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Cabêrî-Ensarî di hevîdtinekê li Şamê da derbarê alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê û navçê de gotûbêj kirin.

Esed di wê hevdîtinê da qedrê Îranê ji ber hewildanên ji bo pêkanîna komîteya hilkolandina destûra bingehîn a Sûrîyê tevî hemî berbendên ku welatên piştgirê têrorîsmê saz kirin, girt.

Serokomarê Sûrîyê pêgirî kir ku gelê Sûrîyê divê bêyî hîç destwerdaneke derveyî demajoya sîyasî ya welatê xwe bi rêve bibe.

Alîkarê Taybet ê Sîyayî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Cabêrî-Ensarî jî di wê hevdîtinê de hin agahî derbarê amadekarîyên ji bo lidarxistina civîna welatên garantorê pêkanîna aştîyê li Sûrîyê (Îran, Ûrsêt û Tirkîye) ku biryar e mideha 2 rojên bê da li Jênêva Swîsê were lidarxistinê, raberî Serokomarê Sûrîyê kirin.

Başa dön tuşu