ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Emê bersiva Kiryarên Emerîkayê bi xurtkirina hêza xwe ya mûşekî bidin

Wezîrê karên derve yê Îranê li berteka li hember boykotên li dijî mûşekî ya vê dawiyê ya Waşengonê li dijî Têhranê ser bihzêkirina hêza mûşekî ya Îranê sekiniye .

Li gorî rapora Mêhr Newsê, Muhemedcewad Zerîf roja şemiyê li Îslamabada paytexta Pakistanê got : Emî Kiryarên vê dawiyê yên Emerîkayê li bara bernama mûşekî ya Îranê bi xurtkirina hêza xwe ya mûşekî bibersivînin .

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku bo bernama mûşekî ya xwe em tu sînor û berbendan berçav nagirin û bi bîr xist : Ev bernameya tu peywendiya wê bi çekê navokî tine .

Zerîf got : Li gorî ferman û tekezkirina serokê komara Îslamî ya Îranê bo wezîrê berevaniyê, dê hêza mûşekî ya Îranê were bihêzkirin.

wezareta xizînedariya merîkayê roaj pênşemiyê 6 şîrketên îranî û biyanî û 2 welatiyên Inglîzê bi tawana hevkariya tev şîrketa balefiran a Mahanê û bernama mûşekî ya îranê boykot kir . Sipahê pasdarîn Inqilaba Îslamî ya Îranê li Reşema sala 1394ê li meşqa mûşekî ya Îqtidarê Wilayetê çend mûşekên dûrmezîl ên Balêstîk ber bi armancên pêştir kivşkirî ku ev kiryara rastî rexneyên giran hat. Piştî ev meşqa mûşekî kongira Emerîkayê boykotên nû li dijî bernama mûşekî ya îranê cih anî . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu