AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê sermayedanerên Tirkiyê vexwend

Alîkarê wezîrê Av û Cereyanê yê Îranê sermayedanerên Tirkiyê vexwend ku li Îranê sermaya xwe bixebitînin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Hûşeng Felahetiyan, alîkarê wezîrê Av û Cereyanê yê Îranê li karûbarên  elekterîk û enerjiyê li gotûbêja  bi Anadolu Newsê re bal kişand ser vê yekê ku piştî rakirina boykotan rewşeke baştir jibo sermayedanerên biyanî li Îranê pêk hatiye û got : Tehranê kiryarên pêdivî jibo hêsankariya hizûra sermayedanerên Tirkiyê li Îranê bi lezgînî cih tîne.

Felahetiyan bal kişand ser hizûra hejmarek  ji sermayedaneran li Îranê piştî rakirina boykotan û got : Komara Îslamî ya Îranê li hemî waran û bitaybet li warê enerjiyên vegerbar, enerjiya ba, tavê û biyogazê amadeyî hevkariya bi sermayedanerên tirk re ye.

Alîkarê wezîrê Av û Cereyanê yê Îranê tekez kir: Hevkariya anvbera Îran û Tirkiyê tenê ser qazanca van du welatan nîne belkî dê bibe sedema pircurbûna  ticareta navçeyê û jordebirina  asta tenahî û  serwetê li navçê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu