İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îranê sîlahên atomî çênekiriye û qet çê nake

Wezîrê karên derve yê Îranê li peyama xwe ya birêka Tewtters`ê nivîsî: Îranê terseyî Amerîkayê bi dil û can hem naverok û hem jî rihê rêketina navokî cih aniye lê kiryarên Amerîkayê nîşan didin ku niyeta vî welatî li ser vê rêketinê xirab e.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li peyama xwe ya bi rêya Tewtters`ê nivîsî: Li ser her peyvekî nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê de bi hûrî û kûrî gotûbêj hatiye kirin.

Zerîf destnîşan kir: Îranê sîlahên atomî çênekiriye û qet çê nake, loma tawanbarkirina Îranê dî vî warî de nedirust e.

Gotinên wezîrê karên derve yê Îranê li halekî ne ku meclisa Nneran û Sênaya Amerîkayê bona astengkirina cihanîna rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê de pilanek ji bo dijwarkirina boykotên dijî Îranê pejirandin.

Hêsir Noêrt berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê jî duh îniyê li hemberî ceribandina serketiye setlayîthilgira îranî ya Sîmurxê îdia kir ku ev karê Îranê dijî rêketina navokî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version