EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Sûdanî ser hemdê xwe bin û gotûbêj bikin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Pêncşemiyê bi şev hêvîdarî kir ku tevahiya aliyên sûdanî bi serhemdê xwe bûn û behrewergirtina ji siyaset danûstandin û gotûbêjê û ji riyên bi aştî, daxwaz û xwestekên xwe bişopînin.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî derbarê helwêsta Îranê derheqê guhertinên Sûdanê got: Siyaseta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê destwernedana li karên navxweyî yên welatên din e.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vêya ku guhertinên rojên dawî li Sûdanê mijara navxweyî ya vî welatî ye, got: Îranê hertim daxawza aramî û tenahiya welatên misilman kiriye û dê wisa be jî.

Artêşa Sûdanê roja Pêncşemiyê bi daxûyaniyekê ku Ewez bin Ewf Wezîrê Berevaniyê yê vî Sûdanê ew xwend, wêdadayîna Umer El Beşîr serokomarê vî welatî piştî 30 salan desthilatdariyê piştrast kir û sê mehan rewşa awarte û mehekê sînordariya hatûçûnê li Sûdanê ragihand.

Wezîrê Berevaniyê yê vî Sûdanê  her wiha qala damezirandina Konseyeka leşkerî ya Veguehstina Desthilatdariyê kir û got: Ev konse dê bi qasî du salan rêvebiriya karan li Sûdanê bigire destê xwe.

Başa dön tuşu