Îranê tebdîrên pêdivî jibo berteka li hember kiryarên Emerîkayê pejirand
Li civîna îro ya taxima çavdêriya ser cihanîna Rêketinnama Navokî li Têhranê, tedbîrên pêdviî jibo berteka li hember kiryarên Emerîkayê pejirand û ser şopandina bi hûrî û kûrî ya kiryarên dewleta Emerîkayê tekez kir.
Li gorî rapora IRNAyê, li gorî biryarên ku li vê civînê bi serokatiya Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê hatin dayîn Kiryara dewleta Emerîkayê dê bi hûrî û kûrî were şopandin û li gorî tedbîran û li gorî kiryara aliyê din dê berteka pêdivî bi pêşnumayan cih werin.
Wezareta karên derve ya Îranê li civîna taxima çavdêriya ser cihanîna rêketinnama navokî raporek li ser guherînên pêşnumaya li dijî îranî ya kongira Emerîkayê li bara dirêjkirina boykotên 10 aslî li dijî Îranê û kiryarên dîplomatîk û muzakirên siyasî tev welatan jibo protestokirina reftara Emerîkayê raber kir û şirove kir.
Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê jî li vê civînê raporek li bara muzakirên vê dawiyê û hevkhatinên tev grûpa 5+1`ê li meselên teknîkî ji wan dabînkirina kêyka zer ya pêdivî û nûjenkirina hêzgeha anvokî ay Erakê raber kir.
Endamên taxima çavdêriya ser cihanîna rêketinnama navokî li civîna îro ji ber reftara kirêt a Emerîkayê li hember berpirsiyariyên wê li bara rêketinnama navokî, cihanîna plana dirêjkirina boykotên li dijî Îranê weke binpêkirina eşkere ya rêketinnama navokî dan zanînê.
Li civîna îro ya taxima çavdêriya ser cuhanîna rêketinnama navokî her wiha pêşniyarên hilêxistî li berteka li hember kiryarên Emerîkayê hat hilkolandin û ji ber hebûna sinaryoyên muhtemel li pêşerojê biryarên pêdivî hatin dayîn.
Meclîs Sinaya Emerîkayê pêşnşemiay buhurî bi piraniya 99 dengên Erê û bêyî dengê Na dirêjkirina qanûna boykotên li dijî Îranê jibo dewreyeke deh salî pejirand.
Taxima çavdêriya ser rêketinnama navokî jibo şopandina meselê heftiya tê jî dê civînê li dar bixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)