ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê tebdîrên pêdivî jibo berteka li hember kiryarên Emerîkayê pejirand

Li civîna îro ya taxima çavdêriya ser cihanîna Rêketinnama Navokî li Têhranê, tedbîrên pêdviî jibo berteka li hember kiryarên Emerîkayê pejirand û ser şopandina bi hûrî û kûrî ya kiryarên dewleta Emerîkayê tekez kir.

Li gorî rapora IRNAyê, li gorî biryarên  ku li vê civînê bi serokatiya Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê  hatin dayîn Kiryara dewleta Emerîkayê dê bi hûrî û kûrî were şopandin û li gorî tedbîran û  li gorî kiryara aliyê din dê berteka  pêdivî  bi pêşnumayan cih werin.

Wezareta karên derve  ya Îranê li civîna  taxima çavdêriya ser cihanîna rêketinnama navokî raporek li ser guherînên  pêşnumaya  li dijî îranî ya kongira Emerîkayê li bara  dirêjkirina  boykotên  10 aslî li dijî Îranê û kiryarên dîplomatîk û muzakirên siyasî tev welatan jibo protestokirina  reftara Emerîkayê raber kir û şirove kir.

Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê jî li vê civînê raporek li bara  muzakirên vê dawiyê û hevkhatinên  tev grûpa 5+1`ê li meselên teknîkî ji wan dabînkirina  kêyka zer ya pêdivî û nûjenkirina  hêzgeha anvokî ay Erakê raber kir.

Endamên taxima  çavdêriya ser cihanîna  rêketinnama navokî li civîna îro ji ber reftara  kirêt a Emerîkayê li hember berpirsiyariyên  wê li bara  rêketinnama navokî, cihanîna  plana  dirêjkirina  boykotên li dijî Îranê weke  binpêkirina  eşkere ya rêketinnama navokî dan zanînê.

Li civîna îro ya taxima  çavdêriya  ser cuhanîna  rêketinnama navokî her wiha pêşniyarên  hilêxistî li berteka  li hember kiryarên Emerîkayê hat hilkolandin û ji ber hebûna  sinaryoyên muhtemel li pêşerojê biryarên pêdivî hatin dayîn.

Meclîs Sinaya Emerîkayê pêşnşemiay buhurî bi piraniya 99 dengên  Erê û bêyî dengê Na dirêjkirina  qanûna  boykotên li dijî Îranê jibo dewreyeke  deh salî pejirand.

Taxima  çavdêriya ser rêketinnama navokî jibo şopandina  meselê heftiya tê jî dê civînê li dar bixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu