ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê teqîna terorîstî li Kerbelayê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê îro teqîna li kerbelayê şermezar kir.

Wezareta derve ya Îranêragihand ku berdevkê vê wezaretxanê Behram Qasimî îro teqîna li Eyn Temerê ya parêzgeha Kerbelayê nîşana dirindetiya terorîstan û piştgirên wê da zanîn û ew şermezar kir.

Qasimî Îran hwevderdê netew û dewleta Iraqê da zanîn û desnîşan kir ku li van heyamên pîroz de ku girseyên ziyaretkiran ber bi Kerbelayê bi rê ketine, cardin terorîstên tekfîrî êrişî ser gelê bêberevan kir û xaleke din ya serşûrî û rûreşiyê li karnama xwe qeyd kir.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê cardin piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji dewlet û netewê Iraqê li şerê li dij terorîzmê diyar kir.

Teqînên terorîstî yên îro li Kerbelayê bû sedema kuştin û birîndarbûna çendîn kesên din ji welatiyên iraqî ku di nav wan de zarok û jin jî hene (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu