İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îranê teqîna terorîstî li Lubnanê şermezar kir

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, Husên Cabiriyê Ensarî, duşemê şev li rûpela Înstagirama xwe teqîna terorîstî ya roja yêkşemê li nîzikiya banka ” Lubnan û El-Mehcer” a Beyrûtê mehkûm kir û ragihand ku hedefa van kiryarên wiha lêxistina derbê li îsteqrar û ewlehiya Lubnanê ye.

Husên Cabiriyê Ensarî bilî tekîda ser piştevaniya Komara îslamî ya Îranê ji ewlehiya Lubnanê û xebatên dewlet û gelê vî welatî bona sekinîna li hemberî terorîstan , ji hemû alî û grûpên siyasî û mezhebî li vî welatî xwest bi hişyarî li hemberî bereyên terorîstî û piştevanên terorîstan rawestin û komplo û pîlanên ku dil hene derbê li ewlehiya Lubnanê xwînin pûç bikin.

Ji ber teqîna bombekê li rojavaya Beyrûtê du kes birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version