ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê tivdîrên pêwîst jibo sekinîna li hemberî kiryara amerîkîyan kirine û yê di dema guncav da bersivê bide

Endamê Desteya Çavdêrîya ser Cihanîna Rêketinama Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê got: Ewropîyan binpêkirina rêketinama navokî ji hêla Amerîkayê va piştrast kirin

Elîekber Wilayetî îro li hevpeyvîna ligel IRIB NEWS`ê, bi rexneghirtina ji bêsozîyên Amerîkayê têkildarî cihanîna rêketinama navokî got: Ewropîyan piştrast kirin ku rêketinama navokî ji alîyê Amerîkayê va hatîye binpêkirinê û welatên ewropî peywendîyên xwe yên ticarî ligel Îranê nasekinînin.

Wilayetî pejirandina plana tam a boykotên dijî Îranê li Sênaya Amerîkayê binpêkirina xalên curbicur a rêkeitnama navokî zanî û got: “Ev biryara li halekî hat dayînê ku Amerîkayê û endamên din ên Koma 5+1`ê soz dane ku xwe ji her pêngava ku rasterast û nerasterast rêketinama navokî pêrgî pirsgirêkê bike, dûr bigirin“.

Sênaya Amerîkayê di 15`ê Hezîranê da plana tam a boykotên dijî Komara Islamî ya Îranê ser navê qaşo “ qanûna sekinîna li hemberî kiryarên alozker ên Îranê-2017“ pejirand.

Endamê Desteya Çavdêrîya ser Cihanîna Rêketinama Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê pêkutî kir: “Îranê tivdîrên pêwîst jibo sekinîna li hemberî kiryara amerîkîyan kirine û yê di dema guncav da bersivê bide“.

Wilayetî ku di eynî demê da serokê Navenda Lêkolînên Istiratêjîk a Civata Kifşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê ye, herwiha bal kişand ser nameya Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bo Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE û got: “Zerîf di wê nameyê da, bala ewropîyan bi zelalî kişand ser xalên binpêbûyî yên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu