AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê rêketinama ticarî wajo kirin

Serokê Yekitîya Odeyên Baziranîyê ya Kurdistana Iraqê ragihand ku liyêkgiheştinameyeke 12 xalî di çarçova danûistandinên ticarî û aborîyê digel Komara Islamî ya Îranê hat wajokirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dara Celîl Xeyat serokê  Yekitîya Odeyên Baziranîyê ya Kurdistana Iraqê îro lidarxistina Konfiransa Derfetên Aborîyê yên Têhran-Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên taciran istiratêjîk wesif kir û ragihand: Liyêkgiheştinama nû ya Têhran-Hewlêrê hemî warên tranzît, damezirandina bazarên sînorî, danûistandinên darayîyê, geştyarî û hevkarîyên aborîyê digire ber xwe.

Serokê Yekitîya Odeyên Baziranîyê ya Kurdistana Iraqê bal kişand ser bandora cihanîna liyêkgiheştinama 12 xalî û pêkanîna komîteyeke hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera taciran û derîyên sînorî de û got: Armanca vê liyêkgiheştinamê berfirekirina peywendîyên aborîyê yên di navbera Hewlêr û Têhranê de ji bo jordabirina asta danûistandina aborîyê ya dualî ye.

Konfiransa Derfetên Aborîyê yên Têhran-Hewlêrê  çarşema buhurî mideha 2 rojan li Hewlêrê bi amadebûna rayedarên her du alîyan bi merema berfirekirina danûistandinên ticarî û aborî yên Têhran û Hewlêrê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu