IraqNûçeRojhilatanavin

Seyyid Muqteda es-Sadr: Partiyên Iraqî di van 15 salên dawî de mal û milkên welatiyên Iraqê di nava xwe de parve kirin

Serokê Tevgera Sadrê Seyyid Muqteda es-Sadr got ku partiyên Iraqî di van 15 salên dawî de mal û milkên welatiyên Iraqê di nava xwe de parve kirin.

Di derbarê mijarê de Serokê Tevgera Sadrê Seyyid Muqteda es-Sadr li ser hesabê xwe yê twitterê mesajek weşand û wiha dewam kir: “Qey ne bes e ku partiyên Iraqî di van 15 salên dawî de mal û milkên welatiyên Iraqê di nava xwe de parve dikin! Êdî wext hatiye ku gelê Iraqê mafên xwe bi dest bixin. Qey wextê wê nehatiya ku em hesabê van 15 salan bipirsin! Êdî wext hatiye ku mafên gel, têkeve pêşiya mafên partiyan. Divê êdî em mafên partî, kom, mezheb, nijad, herêm, eşîr, malbat û şexsan bidine aliyekî û tenê li heq û huqûqê gelê Iraqê bipirsin. Qey wext nehatiye ku gelê Iraqê mafên xwe bistîne!”

Başa dön tuşu