Piştî ku turîstekî îranî li navçeya Fatiha Stenbolê li cafeyekê di encama kêrkirinê de hat kuştin, rêvebiriya Îranê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin û ji wan xwest ku ji herêmên ne ewle xwe dûr bixin.
Balyozxaneya Îranê li Enqereyê metnekî hişyariyê ji çapemeniya Îranê şand û ragihand ku welatiyên ku serdana Tirkiyeyê dikin bi la xwe cihê qelebalix û ne ewle dûr bixin. Hinek turîstên îranî li Tirkiyeyê bi bûyerên nexweş re rû bi rû dimînin. Her wiha îranîyên ku serdana Tirkiyeyê dikin û li wir niştecih in bila bale bidin nûnerî û balyozxaneya Îranê.(BANGÊ ÎSLÂMİ)