ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Amerîkayê destûra xwe tune ku axa Iraqê li dijî Îranê bi kar bîne

Berdevkê Weareta karên derve ya Iraqê destnîşan kir: Amerîkayê îzna xwe tuneye ku axa Iraqê li dijî welatên cînar bi taybet Komara Îslamî ya Îranê bi kar bîne.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Al Alamê, Berdevkê Weareta karên derve ya Iraqê, Ehmed El Saf li hevpeyivîna bi kanala Press TVyê tevî amajeya bi girîngiya hevdîtina navbera Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, û rayedarên Iraqê, got: Ev hevdîtin dê bandoreke berbiçav li ser aramî û berdewamiya pêwendiyn navbera du welatan  û nêzikbûna du gelan bike.

Wî tevî amajeya bi îdiaya amerîkiyan jibo hebûna li Iraqê bi mebesta zîrevaniya li ser çalakiyên Îranê li navçeyê, got: Iraqê destûrê nade tu kesî ku axa vî welatî wek baregehek jibo ziyangihandina li welatên cînar bi kar bîne.

Berdevkê Weareta karên derve ya Iraqê her wiha got: Piştî bi salan berxwedan û cangorîtiyê, hêzên çekdar ên Iraqê bi alîkariya Hêzên seferberiya gelanî (Heşda Şeibî) li hemberî DAIŞê bi ser ketin û Komara Îslamî ya Îranê jî hewildaneka zêde di vî warî da kir û niha Iraq di serdema jinûve avedankirinê, amade ye ku bi welatên cînar ra bikeve hevkariyê.

Başa dön tuşu